Du jinên 79 û 93 salî ji vîrusa koronayê rizgar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Du jinên 79 û 93 salî ji vîrusa koronayê rizgar bûn û vegeriyan nav kesûkarên xwe.

Li bajarê Semsûrê yê Bakurê Kurdistanê, Gulperî Koç a temen 79 salî piştî wergirtina çareseriya pizîşkî rewşa wê bi temamî baş bû û ji vîrusa koronayê rizgar bû.

Gulperî Koç ku berî 8 rojan di encama  pişkinînan de derketibû ku bi koronayê ketiye, li Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdehiyê ya Semsûrê, li beşa çavdêriya hûr hatibû razandin.

Piştî 8 roj ji wergirtina çareseriya pizîşkî li nexweşxaneyê rewşa wê jina temen 79 salî, bi temamî baş û ji koronayê rizgar bû.

Gulperî Koç ku bi çepikên pizîşk û karmendên tendirustiyê ji nexweşxaneyê hat derxistin, ji rojnamevanan re ragihand ku wê qonaxeke zehmet derbas kir li beşa çavdêriya hûr, lê perestaran gelek baş pêşwazî li wê kirin.

Ew jina 79 salî pêniyazekê jî dike û dibêje, “Ji mala xwe dernekevin û netirsin jî. Dema mirov ditirse xerabtir dibe. Di malbata min de ji bilî min ti kes bi koronayê neketiye.”

Herwiha li bajarê Stenbolê jî pîrejineke Kurd ji vîrusa koronayê rizgar bû û vegeriya nav kesûkarên xwe.

Alye Gunduz a temen 93 salî piştî 10 roj wergirtina çareseriya pizîşkî li Nexweşxaneya Peymangeha Pizîşkî ya Cerrahpaşa, bi çepikan ji nexweşxaneyê hat oxirkirin û vegeriya nav kesûkarên xwe.

Alye Gunduz ku Kurd e, kêfxweşiya xwe derbirî û got, “Xwedê ji her kesî razî be.”