HEWLÊR - Xwendekarên Rojava ahenga danasînê lidar xistin

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Hewlêrê xwendevanên Rojavayê Kurdistanê ku li zaningehên Başûrê Kurdistanê hatine qebûlkirin, ahenga danasînê lidarxistin.

Di ahengê de bi dehan xwendevan û siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê amade bûn.

Di wê ahengê de xelat bi ser hinek kesan de hatin belavkirin û hejmarek hunermend û komên folklorî stran û dîlanên Kurdî pêşkêş kirin.