Yekemîn firokeya rêwiyan îşev ji Amedê diçe Hewlêrê

Amed (Rûdaw) – Geştên asmanî di navbera Hewlêr û Amedê de dest pê dikin. Yekemîn firoke jî îşev ji Amedê diçe Hewlêrê.

Peyamnêrê Rûdawê li Amedê, Maşallah Dekak ragihand, îro yekemîn firokeyan rêwiyan ji Amedê derbasî Hewlêrê dibe, bi vî rengî balafirgeha Amedê êdî dibe balafirgehek navdewletî.

Maşallah Dekak da zanîn, îro saet 14:00 li Amedê bi helkefta destpêkirina geştên asmanî di navbera Amed û Hewlêrê de mêvandariyek tê dayîn piştî wê, yekemîn firokeya rêwiyan dê derdora saet 23:00 berê xwe bide Hewlêrê.

Peyamnêrê Rûdawê her wiha ragihand, di yekemîn geşta navbera Amed û Hewlêrê de, ku geştek sembolîk e, piranî parlamenter û karsaz dê li firokê siwar bibin û biçin Hewlêrê.

Li gorî agahiyên Dekak, her hefte 3 rojan dê di navbera Amed û Hewlêrê de geşt hebe…