Li Êlihê erdhej

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Hezoyê ya Êlihê bi hêza 3,4 pileyan erdhejek çêbû.

Rasatxaneya Kandîlliyê ragihand ku îro li navçeya Hezoyê ya Êlihê erdhej çêbû.

Li gorî Rasatxaneya Kandîlliyê, erdhej demjimêr 15:15an çêbûye û hêza wê 3,4 pile bûye.

Rasatxaneya Kandîlliyê da zanîn ku kûrahiya erdhejê 5,7 kîlometre bûye.