Li Wan, Bedlîs û Colemêrgê rêyên 393 gundan girtî ne: 3 roj in berf dibare

Hewlêr (Rûdaw) - Li parzêgehên Wan, Colemêrg û Bedlîsê ji ber berf û pûkê rêyên 393 gundan hatin girtin.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin, kar û barên vekirin û paqijkirina rêyan dest pê kirine.

Li Wanê 3 roj in berf dibare û di çûnûhatinê de astengî çêbûne.

Li gorî daxuyaniya ku ji aliyê Şaredariya Bajarê Mezin a Wanê ve hatiye belavkirin, li tevahiya parêzgehê ji ber berf û pûkê rêyên 152 gund û cihên niştecihbûnê hatine girtin û karûbarên vekirina rêyan berdewam in.

Îdareya Taybet a Parêzgeha Colemêrgê jî ragihand ku li tevahiya bajêr ji ber berfê rêyên 73 gund û 118 gundikan hatine girtin.

Herwiha hat gotin ku tîmên paqijkirina rêyan ji bo paqijkirinê di hewldanên xwe de berdewam in.

Rêveberê Îdareya Taybet a Bedlîsê û Xizmeta Gihandinê Umit Kurtkan jî da zanîn ji ber ku avhewaya nerênî rêyên 50 gund û cihên niştecihbûnê hatine girtin.

Kurtkan herwiha ragihand, ji bo vekirina rêyan tîmên pêwendîdar li ser karê xwe berdewam in.