Jinên Mûşî ji bo Remezanê nanê tenûrê dipêjin

Hewlêr (Rûdaw) - Jinên Mûşî ji bo meha Remezanê alîkariya hev dikin û nanê tenûrê dipêjin.

Dayika 8 zarokan Kiymet Bulduya 75 salî ya li Taxa Sunayê ya ku li navçeya Dêrxasê dijî diyar kir ku ev nêzîkî 60 salî ye ew nanê tenûrê dipêje.

"Em nan ji firinê nakirin"

Kiymet Bulduyê got wan ji bo Remezanê dest bi amadekariyên xwe kiriye û wiha axivî:

“Ev kevneşopî bi salan e di nav malbata me da dewam dike. Em nan ji firinê nakirin.

Nanê tenûrê xweş e û kartî nabe. Em ji nanê tenûrê hez dikin."

Welatî Ayten Aktaşê jî got beriya Remezanê jin alîkariya hev dikin û nan dipêjin.

Muxtarê Taxa Sunayê Vasîp Parildar jî da zanîn ku welatî alîkariya hev dikin û li mala ku tenûr lê heye bi dorê nan lê dixin.