Nêçîrvan Barzanî: Rêkevtina 11ê Adarê belgeya rastiya baweriya gelê Kurdistanê ye

Hewlêr (Rûdaw) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya salvegera îmzakirina peymana 11ê Adara 1970 ya di navbera Serkirdayetiya Şoreşa Îlon û hikûmeta wê demê ya Iraqê de peyamek belav kir û têde dibêje ku ew peyman belgeya rastiya baweriya gelê Kurdistanê bi çareseriyên aştiyane li her kêşe û gengeşeyek de ye.

Îro 50 sal li ser îmzakirina peymana 11ê Adara 1970 ya di navbera Serkirdayetiya Şoreşa Îlon û hikûmeta Iraqê ya wê demê de derbas dibe. Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneyav vê yekê peyamek belav kir.

Nêçîrva Barzanî di peyama xwe de dibêje ku ew rêkeftin destkeftekî girîng a wê şoreşa mezin û berhema çendîn salên xebat û berxwedan û qurbanîdana gelê Kurdistanê bûye bi rêberiya Mela Mistefa Barzaniyê Nemir a bi navê mafên wê yên rewa û her ew peyman jî bûye kevirê bingeha wan hemû destkeftên paşê ji bo gelê me pêk hatine.

Barzanî di beşek a peyamê de dibêje: “Bîranîna peymana 11ê Adarê, rêzgirtin e li dîroka têkoşîn û qurbanîdana gelê me ya ji bo gihîştina mafên wê yên rewa. Ev peyman belgeya rastiya baweriya gelê Kurdistanê ye bi çareseriyên aştiyane li her kêşe û gengeşeyek û di heman demî de ders û şîreteke dîrokî ya girîng e ji bo aliyên siyasî û pêkhatên Iraqê ku herdem diyalog bijartine, hevdû têgihiştine û rêz li hevdû girtine û bawerî bi mafên hev bînin.”

Serokê Herêma Kurdistanê her bi vê helkeftê tekezî li ser helwesta daxwaza çareseriya kir û diyar kir ku bi hêvî ne rewşa Iraqê ber bi aramiya siyasî ve gavan bavêje, ew jî wekî herdem amadene ji bo hemû hevkarî û piştgîriyan.