Komele û sendîkayên Amedê girtina rojnamevanan şermezar kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê guşara ser rojnamevanan zêde bûye û tenê meha di meha Adarê de 8 rojnamevan hatine girtin.

Derbarê girtin û desteserkirina rojnamegaran de, Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firat, Platforma Jinên Rojnameger a Mezopotamya û Şaxa Amedê ya Sendîkaya Rojnamevanan a Tirkiyê, daxuyaniyeke hevbeş belav kirin û têde dibêjin di çen rojên borî de guşara ser rojnamevanan gehiştiye lûtkeyê û tenê meha Adarê 8 rojnameger hatine girtin.

Hersê sazî di daxuyaniya xwe de xwestin ku rojnamegerên hatine desteserkirin û girtin bên berdan.

Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle û Firatê Serdar bîr xist ku di nav mehekê de 8 rojnameger hatine girtin û got ku dixwazin bi girtinan rojnamevanan çavtirsandî bikin, lê ew weke rojnemvan dê her tim li pey rastiyan bin.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Ji serê meha adarê heta niha 8 rojnameger hatin girtin. Di 1ê Adarê de rojnameger Alptekin Dursunoglu hat girtin. Peyamnêrê Rûdaw TV Rawîn Strêk ku li ser sînorê Edîrne û Yunanê di 29'ê Sibatê de nûçeyên penaberan dişopand hat desteserkirin û piştre biryar girtina wî hat dayîn. Di heman rojê de peyamnêrê Ajansa Mezopotamya Îdris Sayilgan hat desteserkirin û di 2ê Aadarê de hat girtin. Di 5ê Adarê de Rêvebirê Nûçeyan ê Odatvê Bariş Terkoglu û nûçegîhan Hulya Kilinç ên 4ê Adarê hatin desteserkirin  û piştre hatin girtin. Di 7ê Adarê de rojnameger Aydin Keser, Ferhat Çelîk û Murat Agirel li dadgehê hatin girtin.”