Li Şirnexê cara çaremîn e qedexeya çûyîna ser Çiyayê Gabarê tê dirêjkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Parêzgariya Şirnexê diyar kir ku Çiyayê Gabarê wekî “Herêma Ewlehiya Taybet a Demkî” hatiye ragihandin û çûyîna ser wî çiyayî heta 15 rojên din jî qedexe ye.

Ev cara çaremîn e ku biryara dirêjkirina qedexeyê tê dayîn û vê carê jî qedexe îro dest pê dike û dê heta 24ê Sibatê berdewam dike.

Parêzgariya Şirnexê di daxuyaniyekê de îdia kir ku ew qedexe ji bo “parastina ewlehiya neteweyî, silametiya giştî, rêgiriya li tawan û her pêşhateke neyînî û parastina maf û azadiya kesên din” hatiye ragihandin.

Parêzgariyê herwiha hişyarî da welatiyan ku ji bo silametiya xwe ne bi roj û ne jî bi şev neçin ser Çiyayê Gabarê.

Artêşa Tirkiyeyê di çend salên dawî de “operasyonên” xwe yên leşkerî yên bi hinceta gerîlayên PKKyê zêde kirine.

Di vê çarçoveyê de bi berdewamî qedexeyên çûnûhatinê tên ragihandin.