Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê ji bo dersa Kurdî kampanyayeke nû da destpêkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê bi armanca teşwîqkirina hilbijartina dersa Kurdî pêşbirka çîrokên bi zaraveyên Kurmancî û Kirmanckî (Zazakî) saz dike û di encam de dê 1000 tabletan belav bike.

Odeya Pîşesazî û Bazirganiyê ya Amedê (OPBA) ragihand ku bi armanca teşwîqkirina hilbijartina dersa Kurdî dest bi kampanyayeke nû kirine ku sala borî ji ber erdhejê nikarîbûn pêk bînin.

Endamê Desteya Rêveberiya Odeyê Faruk Korkmaz li ser kampanyayê got:

“Sala borî ji ber erdhejê me nikarîbû pêk bînin. Li gorî biryara Encûmena Odeyê em tabletan li xwendekaran belav dikin.

Xwendekarên polên 5,6,7 û 8an dikarin li gel hilbijartina xwe ya dersa Kurdî bi kompozîsyonên li ser nirx, xweza, çand û dîroka Amedê amade kirine beşdar bibin.”

Korkmaz da zanîn dîrok û şert û mercên beşdarbûna pêşbirkeyê dê hefteya bê eşkere bikin.

Malbat an xwendekarên polên 5, 6, 7 û 8an dikarin heta 12 Sibatê bi rêya online yan nivîskî serî li dersên Kurdî bidin û hilbijêrin û li ser sîstema e-okulê nav tomar bikin.