Dadgehê biryara derbarê Osman Kavala de eşkere kir

Hewlêr (Rûdaw) - 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê ya Stenbolê, biryar da Osman Kavala bi awayekî girtî darizandina wî berdewam bike.

Li parêzgeha Stenbolê ya Tirkiyê, 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê  derbarê Osman Kavala ku di çarçoveye doza Parka Gezi de girtî tê darizandin biryar da ku girtî bimîne.

Li ser daxwaza dadgehê ku dozên Çarşi û Parka Gezî yên karsaz Osman Kavala hatine yek kirin de tenê Kavala girtî tê darizandin û 13emîn Dadgeha Cezayên Giran a Çaglayanê îro Pêncşembê 10ê Sibata 2022ê  biryara girtina Osman Kavala ji nû ve nirxand û biryar da rewşa Osman Kavala ya girtîbûnê berdewam be.

Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê ji ber ku Tirkiyê biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) a derbarê berdana bazirgan û çalakvanê Tirk Osman Kavala de cîbicî nekiriye, li hemberî Tirkiyê pêvajoya binpêkirinê dabû destpêkirin.

Komîteya Wezîran a Encûmena Ewropayê jî bo berdana Kavala heta 19ê Çileya 2022ê wext dabû Tirkiyê û gotibû eger Tirkiye heta 19ê Çile Kavala bernede dê rûbirûyê cezayên Ewropayê bibe. Lê heta niha tiştekî berçav nehatiye kirin.

Rûniştina doza Osman Kavala li ji 1ê Mijdara 20217an heta niha girtî ye dê 21ê Sibata 2022ê berdewam bike.