Mesrûr Barzanî û nûnerê kompaniyeke Almanî danîna xeta trênê gotûbêj kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Mesrûr Barzanî û Nûnerê Kompaniya DW projeya danîna xeta trênê li Başûrê Kurdistanê gotûbêj kirin.

Serokwezîrê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro, Pêcşemê, 10ê Sibata 2022an, pêşwazî li Rêveberê Beşa Cîbicîkar a Kompaniya Deutsche Bahn (DB) yê Ewropa, Rojhilata Navîn û Nêzîk Vincent van Houten kir.

Li gor daxuyaniya hatiye belavkirin, Konsolê Giştî yê Almanyayê yê li Hewlêrê Klemens Semtner jî beşdar bû û di civînê de Nûnerê Kompaniya DB Vincent van Houten bi awayekî kurt behsa hevtêgihiştina Hikûmeta Herêma Kurdistanê û kompaniya DB ya bo şêwirmendî û rêveberîkirina hêla trênê li Herêma Kurdistanê kir.

Nunerê kompaniya Almanî tekezî li ser wê yekê kir, “ev yek pêngaveke destpêkê ye bo destpêkirin bi vê projeya girîng ku ji çend pêvajoyan pêk tê  û ji aliyê çend kompaniyên cuda ve tê cîbicîkirin.”

Li gor daxuyaniyê, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê jî tekezî “li ser girîngiya cîbicîkirina vê projeya girîng û steratejî kir bo avedankirina jêrxaneke bihêz ya aborî bo Herêma Kurdistanê û bihev re girêdana bajar û deveran û pêşxistina liv û tevgerên bazirganî yên di navbera Herêma Kurdistan û deverên din ên Iraqê, welatên cîran û cîhanê de.”

Her îro Wezîrê Avedankirin û Niştecihkirinê yê Herêma Kurdistanê Dana Ebdulkerîm ji bo projeya danîna xeta trênê li Herêma Kurdistanê, rêkeftineke hevtêgihiştinê li gel Kompaniya DW a Almanî îmze kir.

Li gor daxuyaniya wê wezaretî, Dana Ebdulkerîm amaje bi wê kir, di warê guhestinê de ev proje, Herêma Kurdistanê dibe qonaxeke din.