Grûpên çekdar li Efrînê dest bi ser malên Kurdan de digirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li nav bajarê Efrînê grûpên çekdar dest datînin ser malên Kurdan li taxa Vîlat.

Çavkaniyeke taybet ji nav Efrînê ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn ku çekdarên herdu grûpên Hemzat û Şerqiye li Efrînê dest datînin ser malên Kurdan li Taxa Vîlat.

Çekdarên herdu grûpên navborî ji nişteciyên taxê dixwazin belgenameyên xwe bibin navendên wan û eger kurên wan li Efrînê bin wan bi bi telvlîbûna nav refên YPG tohmetbar dikin û dest datînin ser malên wan.

Heman çavkaniyê navê 3 fermandarên çekdarên Şerqiyê ku lêkolînê ligel nişteciyên taxê dikin ji Rûdawê re aşkere kir, ew jî  Ne`ûm Ebû Mihemed el-Dêrî fermandarê grûpa Ceyş el-Şerqiyê li Efrînê, Ebû Qasim û Ebû Yûsif in û malên kurdan ên ku dest datînin ser ji xwe re bi kirê didin Erebên hawirde.

Li gor çavkaniyê, ji destpêka destdanîna ser Efrînê, 150 malbatên Kurd ji taxa Vîlat ji malên wan hatine derxistin.