Cewad Zerîf: Em dikarin navbeynkariya Enqere û Şamê bikin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Derve yê Îranê, Mihemed Cewad Zerîf ragihand, ew dikarin navbeynkariya dinavbera Enqere û Şamê de bikin.

 

Di hevpeyvînekê de,  Wezîrê Derve yê Îranê Mihemed Cewad Zerîf got, divê dilgiraniya Tirkiyê ya li ser ewlekariya sînorên wê ligel Sûriyê nemîne û tekane rêya vê yekê jî ew e ku hêzên Sûriyê bixwe li ser sînor werin belavkirin û parastina sînoran di destê wan de be.


Cewad Zerîf dibêje jî, Tirkiye û Sûriyê bixwazin, Iran amadeye navbeynkariyê di navbera wan de bike.


Li gorî gotina Wezîrê Derve yê Îranê, dê destpêkirina danûstandinê di navbera Tirkiyê û Sûriyê de, di berjewendiya hemû deverê de be û eger were xwestin, ew weke Îranê dikarin navbeynkariyê bikin.


Zerîf dibêje, divê tu hêzên din devera sînorî dagîr nekin û ya rast ew e ku hêzên hikûmeta Sûriyê li bakurê Sûriyê bêne bicîkirin. Îran û Rûsya ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê amade ne ku alîkariya Tirkiyê bikin.