Li Siwêregê 55 xwendekar bi jehrê ketin

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Siwêregê ya parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê 55 xwendekar bi jehrê ketin.

Xwendekarên dibistana seretayî û navîn a bi navê Kemal Karakayali ji ber xwarinê bi jehrê ketin û tîmên tenduristiyê ew veguhastin nexweşxaneyê.

Li gorî agahiyan li navçeya Siwêregê ya Rihayê xwendekarên dibistanekê piştî xwarina firavînê nexweş ketin û ji rêveberiya dibistanê re gotin.

Li ser vê yekê tîmên tenduristiyê hatin agahdarkirin û wan 55 xwendekar birin Nexweşxaneya Dewletê ya Siwêregê.

Piştî dermankirinê hejmarek xwendekar ji nexweşxaneyê derketin.