Li Amûdê jinek û kurê wê yê 2 salî wenda bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajara Amûdê ya Rojavayê Kurdistanê jinek û kurê wê yê 2 salî wenda bûne û heta niha ti agahî ji wan nayê wergirtin.

Li bajarê Amûdê ev 3 roj in jineke bi navê Rokistan Ebdulwehab û kurê xwe yê 2 salî wenda bûne, hevjînê wê bi rêya Rûdawê bang dike, her kesê tiştekî li ser bizanibe wan agahdar bike.

Hevjînê Rokistan, Lûeyî Alocî ji Rûdawê re got, wî roja 7ê vê mehê hevjîn û kurê xwe yê 2 sal û şeş mehî yê bi navî Cûdî biriye otogara Amûdê ji bo ku bi serdan biçe mala xwîşka xwe ya li Qamişloyê. Piştî saatekê Alocî telefonî hevjîna xwe kiriye, û hevjîna wî jê re gotiye ku ew gihiştiye Qamişloyê, piştre telefona wê hatiye girtinû heta niha tiştekî li ser wan nayê zanîn.

Lûeyî Alocî, agahiyê daye hêzên asayişê û wan jî dest bi lêkolînan kirine. Herweha alocî serdana hemû malên kesûkarên hevjîna xwe kiriye û tu kesî ew nedîtine.