Berdevkê Rêveberiya Xweser: Em hewl didin deriyê Sêmalka-Pêşxabûr daîmî vekirî bimîne

Hewlêr (Rûdaw) - Ji bo ji nû ve vekirina Deriyê Sêmalka-Pêşxabûr di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, hewlên navbênkariyê tên dayin. Çavkaniyeke agahdar ji Tora Medyayî ya Rûdawê re got, şandek ji Rojavayê Kurdistanê hatiye amadekirin û hinek peywendî bi aliyê Başûrê Kurdistanê re hatine kirin lê heta niha wê şandê serdana Başûrê Kurdistanê nekiriye.

Berdevkê Fermî yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Luqman Ehmê, ji bernameya Çavê Sêyem a Radyoya Rûdawê re got, pêşketinên baş di hewlên navbênkariyê de çêbûne, lê hê negihiştine encamên dawî.

Berdevkê Rêveberiya Xweser Luqman Ehmê got “Di wê asta hanê de hewldan çêbûn daku careke din hevdîtinên rêveberiyên deriyên Sêmalka û Pêşxabûrê lihev bicivin ku karibin bigihîjin lihevkirinekê, û ev derî careke din ne bi demkî, hertim vekirî be. Di wê astê de ez dibêjim hewldan gelek pêş ketin, lê ji bo encamê divê bimînin heta ku ew hewldan bigihîjin encamê wê çêtir be. Her çiqas xêrxwaz hene ku ev derî vebibin, divê em bizanibin ji wan bêtir jî kes an dijberên herdu aliyan hene ku ev derî gitî bimîne.”

Li aliyê din, Ihsan Amêdî, Berpirsê Saziya Xanî ya Rewşenbîrî li Duhokê ku ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê ye, ji heman bernameyê re da zanîn ku hewlên xêrxwazan hene, lê divê sedemên daxistina derî bên çareserkirin.

Berpirsê Saziya Xanî ya Rewşendbîrî li Duhokê Ihsan Amêdî dibêje “Bi rastî xêrxwaz hene ku hewl didin ew derî bên vekirin. Ji bo navbeynkariyê ji aliyê hêzên siyasî hem ji aliyê Rojavayê Kurdistanê, hem ji aliyê Başûrê Kurdistanê hem jî ji aliyê Amerikayê ve hewl hene ew hokarên ku bûne sedema girtina derî nemînin. Ev hewl gihştin ku derê an çi hewl têne kirin? Eger niyazpakiyeke dirûst hebe, ti aliyek ji bo aliyê din pirsgirêk çênekin dê deri vekirî bimînin û ew pirsgirêk namînin.”

Li gor zanyariyên ku Tora Medyayî ya Rûdawê bidest xistine, piştî daxistina Deriyê Sêmalka, roja Pêncşema borî, barek ard di Deriyê Til Koçer re derbasî Rojavayê Kurdistanê bûye.

Derbarê Deriyê Tilkoçer-Rebîe de, çavkaniyeke nêzîkê Rêveberiya Xweser ji Rûdawê re da zanîn ku tişta derbarê egera vekirina Deriyê Tilkoçer de tê gotin berî daxistina Deriyê Sêmalka bûye. Li gor heman çavkaniyê, beriya mehekê civînek di navbera aliyê Îraqî, Rêveberiya Xweser û Neteweyên Yekbûyî de hatibû kirin, lê rêkeftineke tekûz nehatiye kirin.

Li gor zanyariyên taybet ku Rûdawê bidest xistine, Rûsya û hikûmeta Sûriyê û Rêveberiya Xweser jî li ser vekirina Deriyê Tilkoçer danûstandinê dikin.