Li Amedê pevçûna çekdarî: 4 birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê li ber dadgehê di navbera du grûpan de şerê bi çekan derket û 4 kes birîndar bûn.

Îro Duşembê 10ê Çileya 2022ê li parêzgeha Amedê li pêş dadgehê di navbera du grûpan de şerê bi çekan derket û di encam de 4 kes birîndar bûn.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li ber avahiya dadgehê ya li qezaya Yenîşehîrê di navbera du grûpan de ji ber sedemeke ku nehatiye zanîn nîqaş derketiye û piştre veguheriye şer û çek hatine bikaranîn.

Di pevçûnê de 4 kes birîndar bûne û tîmên tendirûstî û polîs bo cihê bûyerê hatine şandin.

Birîndar bi ambulansan bo nexweşxaneyê hatin veguhestin, lê derbarê tendirûstiya wan de ti zanyarî nehatine belavkirin.