Hewlêr (Rûdaw) - Dezgeha Kurdşop ku kar li ser pêşxistina zimanê Kurdî dike, eşkere kir, ew dê di salvegera zindanîkirina wê de bi navê Mamosteya Zimanê Kurdî Zara Mihemedî xelatekê belav bikin.
Kurdşop daxuyaniyek belav kir û jibilî şermezarkirina zindanîkirina Zara Mihemedî, ragihand, “Cezakirina Zara Mihemedî, berdewamiya desthilatdarên Îranê ye li ser siyaseta serkutkirina netewa Kurd.”
Hewlên dilsoz û wanebêjan
Di daxuyaniya wê dezgehê de hatiye, “Di 100 salên derbasbûyî de desthilatdarên Îranê hewl dane zimanê Kurdî jinav bibin, lê bi hewlên dilsoz û wanebêjan, zimanê Kurdî roj li pey roj pêş ket û wek sereketirîn pênasa nasnama netewa Kurd li Rojhilatê Kurdistanê ket nav laşê civakê.”
Kurdşop dibêje, ew xwedî li Zara Mihemedî derdikevin û eşkere dike, salane roja 8ê Çile ew dê bi navê Zara xelatekî pêşkêşî baştirîn wanebêj û çalakvana/ê zimanê Kurdî bikin û “em dê bîranîna Zara Mihemedî bikin hêma û sembola xebata li dijî serkutkirina zimanê Kurdî.”
Rêveberê Dezgeha Kurdşopê Wilat Qadirî derbarê dabeşkirina xelatê bi navê Zara Mihemedî de, îro ji Rûdawê re ragihand, “heta niha nehatiye diyarkirin ka xelat dê çi be û dîzayn jî nehatiye kirin, lê lijneyek ji şarezayan hatiye pêkanîn û roja 8ê Çileya 2023 em dê di merasîmekê de yekem Xelata Zara dabeş bikin.”
Karên li ser pêşxistina Kurdî
Wilat Qadirî amaje bi wê jî kir, salane çendîn kes dê bên diyarkirin ku kar li ser pêşxistina zimanê Kurdî kirine û di nav wan de jî yek dê wek wergirê/a Xelata Zara bê hilbijartin û got, “Ne merc e kesê/a tê xelatkirin tenê ji Rojhilatê Kurdistanê be, dibe ji perçeyên Kurdistanê yên din an her cihekî din be jî. Ya girîng ew e ku kar li ser pêşxistina zimanê Kurdî kiribe.”
Dezgeha Kurdşop, Newroza 2021an hat damezrandin, ji aliyê komeke çalakvanên kultûrî û edebî yên ciwan ve tê birêvebirin û li ser pêşxistina kultûr û zimanê Kurdî kar dike.
Kurdşopê li torên civakî hejmareke rûpelên taybet hene û yek ji karên sereke yên vê dezgehê danîna kursên online e ji bo fêrkirina zimanê Kurdî (Kurmancî û Soranî).
Mamosteya Kurd Zara Mihemedî ku navê wê bi xebatên ji bo zimanê dayikê belav bûye, tenê ji ber ku xwest zarokan fêrî zimanê wan ê dayikê bike, bi 5 salan hat cezakirin.
Rêveberiya Dadê ya Parêzgeha Sine mamosteya Kurd daxwaz kiribû û Zara Mihemedî roja 08/01/2022, li gel hejmareke welatiyan çû ber zindana Sine û berî radestbûna bo zindanê, tekez kir, “di zindanê de baweriya min a bi hizir û karên min dê bihêztir bibe.”
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse