Kurdistanê û Xaça Sor a Navdewletî tekezî li ser hevkariyên hevbeş kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Neçîrvan Barzanî îro sêşemî 10ê Çileya 2017ê pêşwazî li Serokê Komîteya Xaça Sor a Navdewletî (ICRC) Peter Morier û şandeka pê re kir.

 

Serokê Komîteya Xaça Sor a Navdewletî (ICRC) Peter Morier bo serdankirin û dîtina kampên koçberan û herwiha girtîgehên Kurdistanê, spasiya hêsankariyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.

 

Peter Morier pêdagirî li ser vê yekê jî kir, ku pêwîst e civaka navdewletî zêdetir alîkariya koçberên li Herêma Kurdistanê bike, ji ber ku pêşbînî dihê kirin, hijmareka zêdetir a koçberan ji ber rewşa ne arama deverên xwe di nava kempan de bimînin.

 

Morier di berdewamiya axavtina xwe de da xuyakirin, ku ew wek Komîteya Xaça Sor a Navdewletî hewlê didin, bi alîkariya saziyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û rêkxistinê din, kursên hûşyariyê derbarê xwe parastin ji mayin û teqînan ji bo koçberan vekin, da ku bikarin di dema vegra ji bo deverên xwe de, xwe li hember mîn û teqemeniyan biparêzin.

 

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanê jî ji aliyê xwe ve, spasiya  vê kar û çalakiyên Komîteya Xaça Sor a Navdewletî li Kurdistanê kir û amadeyiya hikûmetê, bi taybetî jî Wezareta Navxwe ji bo hemû alîkarî û hêsankariyên pêwîst ji wan re nîşan da.

 

Nêçîrvan Barzanî hêvî jî xwest, ku Komîteya Xaça Sor a Navdewletî ji bo pirsa rêvebirina kempan û pêşkêşkirina xizemtên pitir ji wan re û bi li ber çav girtina pîwanên navdewletî li girtîgehên Herêma Kurdistanê, hizrên baş pêşkêş bike.

 

Her du Aliya di dawiya hevdîtinê de behsa operasiyona rizgarkirina Musilê, hatina hijmareke zêde ya koçberan ji bo Herêma Kurdistanê û misogerkirina asayiş û xizmekarî ji wan re kirin.