Xutbeya bi Kurdî jî nayê qebûlkirin: Biryara Diyanetê bû sedema gelek bertekan
Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê li ser hesabê xwe yê tora civakî ragihand ku ew ji niha pê ve dê xutbeyên În û cejnan li ser sîstema e-devletê bar bikin û welatî dikarin bi 8 zimanan wan xutbeyan li ser wê sîstemê bibînin.
Wek piraniya caran wê saziyê jî cih neda Kurdî.
8 ziman hene Kurdî nîne
Li gorî biryarê welatî dikarin bi zimanên Tirkî, Erebî, Almanî, Fransî, Îngilîzî, Rûsî, Îtalî û Spanî jî xutbeyan ji e-devletê bixwînin.
Nebûna zimanê bi milyonan Kurdan di nav wan hemû zimanan de bû sedema nerazîbûnan.
Parlamenterê HUDA-PARê yê Mersînê Faruk Dînç bi rêya Rûdawê bangî aliyên pêwendîdar ên Tirkiyeyê kir ku dawî li vê helwêsta xwe ya li dijî zimanê Kurdî bînin.
“Divê di xutbeyan de Kurdî jî hebe”
Parlamenterê HUDA-PARê yê Mersînê Faruk Dinç wiha pê de çû:
“Kurd hêmanên bingehîn ên vî welatî ne. Kurdan di avakirin, rizgarkirin û di her proseyeke vî welatî de xizmet kiriye û bi awayekî çalak berpirsyarî wergirtine.
Divê di xutbeyan de Kurdî jî hebe. Ev yek bi ti awayî nayê qebûlkirin.
Çawa bi zimanên din heye, divê xutbeya Kurdî jî hebe û divê xutbe bi Kurdî jî bê dayîn û ti pirsgirêkek di vê yekê de nîne."
Biryara Serokatiya Karên Diyanetê ya Tirkiyeyê oldarên Bakurê Kurdistanê jî aciz kir.
Kesayetiyê olî yê parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê Mele Ebdulezîz jî bi rêya Rûdawê rexne li nêzîkatiya Komara Tirkiyeyê û saziyên wê ya li hemberî zimanê Kurdî kirin.
“Serokê Diyanetê yê niha mirovekî zêde nijadperest e”
Mela Ebdulezîz got, "Dema parlamenterekî me bi Kurdî li parlamentoyê diaxive dengê wî qut dikin.
Serokê Diyanetê yê niha jî mirovekî zêde nijadperest e. Ji dema bûye serokê diyanetê ve gelek kesan dev ji nimêjê berdaye.
Gelek caran li mizgeftan xutbe daye bi sedan mirov ji xutbeyê derketine.
Par li Stenbolê bûm 40 mizgeftên ku me xutbeyên Kurdî lê didan mohr kirin.
Wateya vê jî ew e ku tehemûla dewleta Tirk bi sazî û diyaneta wê ji Kurdan, zimanê wan û çanda wan re nîne.
Armanca wan bi vê ew e bidin famkirin ku Kurdî û Kurdistan nîne.
Ew çiqas li ser vê asîmîlasyon, nehesibandin û înkarkirina Kurdan berdewam bin, Kurd bêhtir bi çand û zimanê xwe ve tên girêdan."
“Eger dînê Îslamê ev be, dînê Diyanetê çi ye?”
Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak jî li ser hesabê xwe yê tora civakî bi ayeteke Quranê bersiva Serokê Karên Diyanetê yê Tirkiyeyê da û got:
"Afirandina asîmanan û erdê, cudahiyên zimanên we û rengên we jî ji ayetên wî ne; bêguman di vê de gelek îbret ji zanayan re hene.
Eger dînê Îslamê ev be, dînê Diyanetê çi ye? Ev durûtiya dewletê û diijmintiya dewletê ya li hemberî Kurdan di baweriyan de jî didome."
Li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê Kurdî
Zimanê Kurdî li Komara Tirkiyeyê ji bilî çend dersên bijarte ne xwediyê ti statûyekê ye.
Bi milyonan zarokên Kurd ên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê ji mafê perwerdeya zimanê dayikê bêpar in.
Zimanê Kurdî herwiha di girtenameyên parlamentoyê de jî heta niha wekî “zimanê ku nayê zanîn” derbas dibe.