Fatîh Donmez: Li 4 bîrên petrolê yên li Şirnexê 1200-1300 bermîl petrol tê berhemanîn

Hewlêr (Rûdaw) - Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê yê Tirkiyê ragihand li Çiyayê Gabarê yê Şirnex a Bakurê Kurdistanê li 4 bîran petrol tê berhemanîn.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê yê Tirkiyê Fatîh Donmez roja 6ê Berfanbara 2022an di bernameya 24 TVyê derbarê rojevê de axivî.

Fatîh Donmez got, “Niha di 4 bîran de hilberîn heye. Sondaja di bîra pêncemîn de bi dawî bû. Heval wê bibin hilberînê. Berhema me ya rojane li wir niha derdora 5 hezar, 6 hezar bermîlan e. Tevahiya hilberîna Tirkiyê çiqas e? Em rojane 65 hezar bermîl petrol ji 1200 bîrên petrolê derdixin. Piştî ku xebatên diyarkirina rezervan ji bo vê zeviyê qediyan em dikarin çend bîrên din jî bikolin? Hevalên me dê li vê yekê binêrin.”

Li parêzgeha Şirnex a Bakurê Kurdistanê rêjeyeke zêde ya neftê heye û ji bo parzûnkirinê ji parêzgeha Êlih a Bakurê Kurdistanê re tê şandin.

Wezîrê Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê yê Tirkiyê Fatîh Donmez da zanîn dibe ku hilberîna ku di 5 bîrên yekem de hatiye kirin were zêdekirin û anî ziman, “Kalîteya petrolê jî pir baş e. Ji ber vê yekê divê em hinekî zêdetir li ser wê herêmê bisekinin. Me tîmên xwe yên sondajê birin wê herêmê.”

Li gor amarên Wezareta Çavkaniyên Xwezayî û Enerjiyê ya Tirkiyê li seranserî Tirkiye û Bakurê Kurdistanê hezar û 200 bîrên petrolê hene. Piraniya van bîran jî li parêzgehên Êlih, Semsûr, Amed, Mêrdîn, Riha, Sêrt û Şirnexê yên Bakurê Kurdistanê ne. Rojane ji tevahiya van bîran jî 65 hezar bermîl petrol tên berhemanîn.