Xaneqîn tê Erebkirin!

Hewlêr (Rûdaw) - Xaneqîn ji nû ve di bin metirsiya Erebkirinê de ye. Agahiyên nasnameya 15 hezar Erebên hawirde bi rêya Wezareta Navxwe ya Iraqê bo Xaneqînê hatin veguheztin.

Mamosteyê Dibistana Seretayî Selam Azad li ser mijarê ji nûçegihanê Rûdawê Hîwa Husamedîn re axivî û got “Em li bajarê xwe rûyên cuda dibînin, diyar e ku rêje guheriye û hejmara Ereban li vir zêde bûye. piraniya van kar û muameleyan bi rêya Fermangeha Barê Şaristaniyê tên kirin. Ev hemû encamên bûyerên 16ê Cotmehê ne.”

Biryara Hikûmeta Iraqê heye ku kesên ji deverên din li navçeyên Kurdistanî yên derveyî îdareya Herêma Kurdistanê neyên bicihkirin, lê ev biryar li Xaneqîn û Kerkûkê nayê cîbicikirin.

Zêdebûna nifûsa Ereban li Xaneqînê û veguhestina Erebên hawirde bo Xaneqînê, pirsgirêkên li Ofîsa Xaneqînê ya Komîsyona Medaya 140ê zehmettir û aloztir dike.

“Erebkirin gihişte asteke metirsîdar”

Serokê Ofîsa Xaneqînê ya Komîsyona Madeya 140 Rewa Semîr ragihand “Erebkirin li Xaneqînê gihiştiye asteke metirsîdar. Herêmên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê û berê ji bo kar û barên madeya 140ê 5 sal pêwîst bûn, niha jî ji bo van karûbaran 10 sal pêwîst e. Piştî bûyerên 16ê Cotmehê li Xaneqînê xebatên Erebkirinê zêde bûn. 4 hezar û 280 malbatên Kurd êdî li gundên xwe yên derdora Xaneqînê najîn.”

Li Xaneqînê 24 gundên Kurdan bi temamî hatine Erebkirin. Li 25 dibistanên Kurdî zimanê perwerdeyhiê bi Erebî hat kirin. Metirsiya Erebkirina Xaneqînê her ku diçe zêdetir dibe.

Endama Meclîsa Nûneran a Iraqê Sozan Mensur diyar kir ku hewl tê dayîn ku demografiya Xaneqînê bê guhertin û wiha anî ziman:

“Kampanyaya Erebkirinê tê meşandin û ji bo guhertina demografiya Xaneqînê hewldanek heye. Ev qet nayê qebûlkirin. Erebên ku piştî pêvajoya rizgarkirina Iraqê vegeriyan cihên xwe tazmînata xwe wergirtin û niha jî dixwazin dîsa vegerin.

Li gorî daneyên Ofîsa Xaneqînê ya Komîsyona Madeya 140ê, Li gundên Sediye û Karatepe yên li ser sînorê Xaneqînê hejmareke kêm a Kurdan maye.

Herwiha beşeke mezin ji 184 hezar dekar zeviyên çandiniyê yên Kurdan jî dane Ereban. Dîsa tê xwestin ku 456 hezar dekar erdên Kurdan bidin Ereban.

Xaneqîn yek ji navçeyên Kurdistanî yên li derveyî îdareya Herêma Kurdistanê ye. Berê jî li dijî Xaneqînê hewldanên Erebkirinê ketibûn rojevê.