Li Şingalê hêj deriyê dibistanên Kurdî nehatine vekirin

Şingal (Rûdaw) - Li Şingalê ji ber coronayê heta niha deriyê dibistanên xwendina Kurdî nehatine vekirin. Xwendekar niha bi rêya onlinê xwendinê dikin, lê lawaziya hêla înternêtê pirsgirêk bo wan derxistiye. Xwendekar daxwazê dikin deriyê dibistanan bê vekirin.

Kêşeya nebûna înternetê û pişkinîna coronayê li Şingalê bûye sedem ku proseya xendina Kurdî weke pêwîst pêş nekeve. 

Li navçeya Şingalê 47 dibistanên xwendina Kurdî ji ber coronayê hêj deriyê xwe ji xwendekaran re venekiriye.

Li Şingalê nêzîkî 200 xwendekaran bi awayekî onlinş xwe dina xwe dikin, lş ji ber lawaziya xeta înternetê metirsî heye ku xwendina wan a îsal vala biçe.

Xwendekar Ferîd Newafku yek ji wan xwendekaran e,  rojane nêzîkî 10 seatan bi awayek onlinê di nava kavilê de xwendina xwe dike.

Xwendekara Ferîd Newa dibêje: “Li Şingalê pirsgirêka me ew e ku înternet nîne û cihekê me yên guncaw ji bo xwendinê nîne. Li Şingalê xwendina bi awayê onlinê gelek zehmet e, înternet nîne û li cihên ku hebin jî gelek lawaz e.”

Xwendekar Semîre Xidir jî got: “Daxwaza me ji aliyên peywendîdar ew e ku bi her awayî hewl bidin dibistan bêne vekirin. Qet nebe 2-3 rojan deriyên dibistanan ji bo xwendinê vekin daku em bikarin zêdetir sûdê ji xwendinê werbigirin.”

Berî sala 2014an li Şingalê hezar û 650 mamosteyên xwendina Kurdî hebûn, ji wan hezar û 300 mamoste mane û nêzîkî 500 mamosteyan li Şingalê dewama xwe dikin.

Rêveberê Dibistana Amadeyî ya Şingalê Kemal Hesen jî got: “Pirsgirêka herî mezin ew e ku deriyên dibistanan bi temamî hatine girtin.”

Nîzîke 800 mamosteyên xwendina Kurdî li kampênsînorê Duhokê dewamên xwe dikin û 350 mamosteyên xwendina Kurd yên Şingalê çûne dervey welat.

Derbarê mijarê de Rêveberê Perwerdeya Kurdî li Şingalê Meyser Hecî Salih jî got: “Rast e pirsgirêkên xwendinê li Şingalê hene. Elektirîk û xeta înternetê nînin. Li Herêma Kurdistanê jî pirsgirêk hene. Em hewl didin di sala nû de pirsgirêkên xwendekaran çareser bikin.”

Li gor amarên perwerdeya Şingalê, nêzîkî 1000 xwendekaran li wê navçeyê bi koronayê ketine û biryar hate dayîn ku heta meheke din jî deriyê dibistanan bi girtî bimînin.