DAIŞê mejiyê keçeke Kurda Êzidî şûştiye

Hewlêr (Rûdaw) – Ev penc roj e keçeke Kurda Êzidî li bajarê Rûmadî ji destê çekdarên DAIŞê hate rizgarkirin bo Bexdayê hate şandin. Kurmamê keça Kurda Êzidî ji bo vegerandina wê bo nav kesûkarên wê li benda biryara dadwer e.

Li bajarê Rûmadî yê berê 5 rojan Iraqê keçeke Kurda Êzidî ji aliyê hêzên dijeterora Iraqê ve hate rizgarkirin. Kurmamê wê Reşîd Hecî ku ji bo wê çûya Bexdayê, heta niha ducaran ligel axivî ye û dibêje ew li benda biryara dadwer in daku wê radest bikin.

Her çend niha ti ax di bin kontrala DAIŞê de neba jî lê hej hejmareke keç û jinên Kurdên Êzidî di destê wan de mane ku di Tebaxa 2014an de dema DAIŞê êrişî Şinglê kiribûn revandine.

Roja 3yê Kanûnê li navçeya Hît a ser  bi parêzgeha Rumdaî ve keça Kurda Êzidî ya ni navê Jiyan Şemo (17) ku xelka gundê Koço ye, ji aliyê hêzên dijeterora Iraqê ve hate rizgarkirin.  Çekdarekî DAIŞê yê xelkê Rumadî pêştir mehra Jiyan Şemo pêştir li Mûsilê li ser xwe çêkiribû. Piştî têkbirina DAIŞê wî çekdarî Jiyan ligel xwe biriye Rumadî.

Çavkaniyekê ku nexwestiye navê xwe eşkere bike û agahdarê dosyay rizgarkirina Jiyan Şemo ye dibêje, bawerî li ba Jiyan Şemo çêbibû ku ligel malbata wî çekdarî bimîne, lê piştî ku hêzên dijeterora Iraqê zanîne Jiyan keçeke Kurda Êzidî ye ew ji destê malbata wî çekdarî derxistine.

Jiyan Şemo dema hatî revandin ew 12 salî bû. Ew çavkaniya ji rewşa wê agahdar dibêje: “Ew keç yek minak e, ji dehan keç û zarokên din ên di zarokatiya xwe de ketine di destê DAIŞê de. DAIŞê bi birnameyên xwe yên taybet ên perwerdeyê mejiyê wan şûştiye û ramanên wan guhertine. Lewma heta niha jî hejmareke ji wan ligel malbatên Ereb ên pêştir DAIŞî bûn mane.”

Jiyan ligel du xwişk û du bira û bav û dayîka di 3yê Tebaxa 2014an de li Gundê Koço ketibûn di destê çekdarên DAIŞê de. Du xwişkên Jiyanê ku ji wê mezintir in, ji destê DAIŞê rizgar bûne, lê heta niha jî çarenivîsa dayîk û du birayên wê nediyar e.

Reşîd Hecî ji Rûdawê got: “Heta niha li Bexday min du caran ligel Jiyan axivîme. Ew dibêje, pêş sê mehan ji Sûriyê ligel malbateke Ereb vegeriyaye bajarê Hît. Jiyan bûye hevjîna zilamê wê malê, ew zilam di encama bombebarana firokeyan de hate kuştin.”

Derbarê vegerandina Jiyanê bo nav kesûkarên wê de Reşîd dibêje: “Em li benda biryara dadwer in ji bo biryara vegerandina Jiyanê bo nav kesûkarên wê bide. Jiyan dibêje, dayîka wê hate kuştin, lê ti zanyariyên wê berbarê herdu birayên wê de nîne.”