Loristan: Ji ber nebûna pirê xwe bi têlê ve digirin lewma tiliyên bi dehan kesan qut bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Akincyên gundekî parêzgeha Loristanê ya Rojhialtê Kurdistanê, ji bo hatin û çûna nexweşxane, dibistan û pêwsityên rojane, gereke bi têlekê ku xerxere pêve ye, li çemekê derbas bibin û ev yek bûye sedem ku heta niha pitirî 50 welatiyên wî gundî tilyên wan qut bibin.

 

Xelkê gundê Îbram Ava ya ser bi bajarê Poldoxter a parêzgeha Loristanê bi şêwazeke seyr hatinûçûnê dikin û pêwendiyê bi cîhana li derveyî gundê xwe û bi bajarê xwe, bajarê Poldoxterê dikin.

 

Rûniştvanên wî gundî neçarin, ku bi benikekê ku bi xerxereyekê ve girêdayî ye, ji rûbar derbas bibin û pêwendî bi cîhana derveyî gundê xwe bikin.

 

Xelkê gund ji bo dabînkirina pêwîstiyên rojane, bo çûna nexweşxaneyê yan çûna bo bajêr û herwiha xwandekarên wî gundî bo çûna dibistanê neçarin, ku bi destên xwe bendikê di hewa de bigirin û ji rûbar derbas bibin.

 

Ew şêwaza hatinûçûnê bûye sedem ku têliyên bi dehan zarok û welatiyên din ên gundê Îbrahîm Ava ya Poldoxterê qut bibin û hikûmeta Îranê jî heta niha ti çareseriyek bo xelkê wî gundî nekiriye.

 

Hikûmeta Îranê zêdetirî 10 salan e ku biryar daye, pirekê li ser rûbar ji xelkê wî gundî re bo hatinûçûna wan çêbike, lê belê tenê payeyên wê pirê hatine danîn û qutbûna tiliyên rûniştvanên wî gundî berdewame û ji bo ku dawî bi vê rewşê were, ew li benda hikûmetê ne.

 

Serokê koma parlamenterên Loristanê li Parlamentoya Îranê dibêje, bi sedema nebûna xizmetguzaryan, êdî xelkê Loristanê dest bi koçberiyê kirine.