Li Agiriyê du qeza: 9 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeyên Avkevir û Bazîdê yên parêzgeha Aigiriyê ya Bakurê Kurdistanê di qezayên trafîkê de 9 kes birîndar bûn.
Li gundê Gezgezikê yê navçeya Avkevirê wesayîtek û traktorek li hev qelibîn.
Li ser agahdarkirinê ekîbên tenduristiyê û cendirme çûn cihê qezayê.
Di qezayê de 6 kes birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê kesên birîndar bi ambulansan veguhastin Nexweşxaneya Dewletê ya Avkevirê.
Piştî midaxeleya ewil ji birîndaran 2 kesên ku rewşa wan xedar bû sewqî Nexweşxaneya Lêkolîn û Perwerdeyê ya Agiriyê hatin kirin.
Li navçeya Bazidê jî otomobîl li hev qelibîn, 3 kes birîndar bûn.
Otomobîla a ku Cevdet G. diajot dema li otomobîla ku Cemal P diajot xist.
Ajokar Cevdet G.yê birîndar bû Mahmut G. û Hediye P.ya di otomobîlê de bûn birîndar bûn.
Tîmên tenduristiyê birîndar rakirin Nexweşxaneya dewletê ya Doç. Dr. Yaşar Eryilmaz a Bazidê.