Mêrdîn: 5 kes hatin desteserkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê polîsan bi ser malên welatiyan de girt û 5 kes desteser kirin.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê doh li parêzgeha Mêrdînê di operasyonekê de bi ser çend navnîşanan de girt.

Di operasyonê de 5 welatiyên bi navê Kadrî Çakar, Mehmet Emîn Şahîn, Dilbirîn Şahîn, Serhat Yalçinkaya û Haci Tekîn hatin desteserkirin.

Polîsan her 5 welatiyên desteserkirî birin Birêvebiriya Ewlehiyê ya Mêrdînê.

Heta niha jî sedema desteserkirina wan nayê zanîn.

Hêzên ewlehiyê yên Tirkiyeyê roja pêncşemê jî li navçeyên Artuklu û Qoserê yên Mêrdînê bi ser malên welatiyan de girtibû û 3 kes desteser kiribûn.