HEWLÊR - Bi dronan êrişî baregaha Hevpeymaniya Navdewletî hat kirin

Hewlêr (Rûdaw) - Dijîterora Kurdistanê ragihand ku bi 2 dronan êrişî baregeha Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Herîrê kirine.

Duh bi şev li nêzikî baregeha Hevpeymaniya navdewletî ya li navçeya Herîrê ya Hewlêrê dengê teqînan hatibû bihîstin.

Dijîterora Kurdistanê li ser teqînan daxuyaniyek belav kir.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku bi 2 dronên bombebarkirî 2 êrişên cuda pêk hatine.

Li gorî daxuyaniyê êrişa yekem saet derdora 23:30î de û ya duyem jî saet derdora 00:40î de çêbûye.

Herwiha Dijîterora Kurdistanê dîmenê droneke ku di êrişê de hatiye bikaranîn û hatiye teqandin parve kir.