18 Photos
Bi mebesta nasandina şiyanên tûrîzmê yên "sêguşeya zêrîn" a Mezopotamyayê û hersê parêzgehên Amed, Mêrdîn û Ruhayê, konferansa wêstgeha kultur û baweriyan di 7ê Mijdarê de li Amedê hat lidarxistin.
Di konferansê de paşeroja kerta tûrîzmê li wan hersê parêzgehên Bakurê Kurdistanê û zêdekirina dahata ji tûrîzmê hat gotûbêjkirin.
Parêzgeha Amedê, bi Sûra Amedê û Baxçeyên Hewselê ku di lîsteya mîratên cîhanî yên UNESCO de cih digirin û herwiha gelek cihên din ên dîrokî û geştyarî, xwedî pêgeheke taybet e di warê tûrîzmê de.
Rûdaw / AA