Li Êlihê hemû çalakî 5 rojan qedexe ne!
Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Êlihê ya Bakurê Kurdistanê, hemû çalakiyên wekî meş, civîn, mîtîng û daxuyaniyên medyayê 5 rojan hatin qedexekirin.
Parêzgariya Êlihê ragihand, “Di çarçoveya bangên PKKyê de dibe ku bi hinceta `9ê Çiriya Pêşîn` ji vê dîrokê û pê de çalakiyên neyasayî bên kirin û zererê bidin yekitiya neteweyî û asayîşa civakê.”
Li gorî daxuyaniya parêzgariyê, civîn, meş, daxuyaniyên medyayê, grevên birçîbûnê, çalakiyên rûniştinê, mîtîng, vekirina standan, vedana konan, belavkirina belavokan, daleqandina pankartan û çalakiyên bi vî awayî yên li qadên vekirî ji 9ê Çiriya Pêşîn demjimêr 00:01ê heta 13ê Çiriya Pêşîn demjimêr 23:59an hatine qedexekirin.
Parêzgariya Amedê jî mîtînga DEM Partiyê qedexe kiribû ku dê 13ê vê mehê bihata kirin.