Artêşa Tirkiyeyê gundekî Zirganê topbaran kir: 5 jin birîndar bûn

Hewlêr (Rûdaw) - Artêşa Tirkiyeyê gundê Bişêriyê yê rojhilatê navçeya Zirganê topbaran kir.

Di êrişê de 5 jinên ku li nav zeviyên pembû dixebitîn birîndar bûn.

Li gorî çavkaniyên Rêveberiya Xweser, artêşa Tirkiyeyê gundê Bişêriyê yê li rojhilatê navçeya Zirganê ya parêzgeha Hesekê ya Rojavayê Kurdistanê topbaran kir.

Di encama vê topbaranê de 5 jin birîndar bûn.

Di topbarana artêşa Tirkiyeyê de jinên bi navên Reksa Salih Fewaz (50), Xedîce Îdan El Temir (40), Fereh Ednan (25), Zêna Hemûd (20) û Cûmana Hemadê birîndar bûn.

Li gorî heman çavkaniyan, birîndar destpêkê vaguhastin nexweşxaneyeke Dirbêsiyê.

Birîndar ji wir jî vaguhastin nexweşxaneyên parêzgeha Hesekê.