Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Tiloyê ya parêzgeha Sêrtê kesekî bi navê Mehmet Çakaz mirî hat dîtin.
Li bejahiya gundê Xatrandê yê Tiloyê, gundiyan cenazeyê zilamekî dît û hêzên ewlehiyê û tîmên tenduristiyê agahdar kirin.
Li ser agahdarkirinê hêzên ewlehiyê, tîmên tenduristiyê û rizgarkirinê çûn cihê bûyerê.
Tîmên rizgarkirinê piştî xebateke 3-4 demjimêran cenazeyê Mehmet Çakaz ji nav zinaran derxist.
Tîman cenazeyê Çakaz ji bo otopsiyê bir morga Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Sêrtê.
Hat zanîn ku malbata Çakaz a li navenda Sêrtê, 3 roj in ji wî agahî wernegirtine û wan hêzên ewlehiyê agahdar kirine.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse