Tirkiye jêrxaneya Rojavayê Kurdistanê dike armanc

Hewlêr (Rûdaw) - Navçeyên Rojavayê Kurdistanê û bakurêrojhilatê Sûriyeyê, ev çend roj in rastî topbaran û bombebaranên artêşa Tirkiyeyê dibin.

Di encamê de, ziyaneke mezin gihişte jêrxaneya wan navçeyan, bi taybetî elektrîk, av, petrol û gelek navnedên xizmetguzariyê.

Endamê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriye (PDKS) Hesen Remzî ji Rûdawê re ragihand ku ew ji dewletên pêwendîdar dixwazin ku rêgiriyê li ber van êrîşan bike.

Encûmena Rîspiyên bajarê Tebqayê jî, êrîşên Tirkiyeyê yên ser wan navçeyan şermezar kir.

Wê encûmenê herwiha tekezî li ser wê yekê kir ku eşîrên wan, di vê rûbirûbûnê de, li gel Rêveberiya Xweser in.

“Tirkiye naxwaze aramî li deverê pêk bê”

Berdevkê Encûmena Rîspiyên Tebqayê Hisên El-Raşid got:

“Em hatine ji bo wan êrîşên şermezar bikin, ku hikûmeta Tirkiyeyê li dijî gelek navçeyên bakurêrojhilatê Sûriyeyê, encam dide. Tirkiye naxwaze aramî li vê deverê pêk bê.

Herwiha em hatine ji bo ji cîhanê re tekez bikin, em di yek xindeqê de ne û em van kiryarên terorî yên ku li welatê me dibin, şermezar dikin.”

Nivîsgeha Enerjiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nûtirîn raporta xwe de ragihand:

“Bi sedema jinavbirina wêstgehên elektrîkê li Hesekê, Qamişlo, Amûdê û Tirbe Spiyê, herwiha wêstgeha Swêdiyê, derdora 179 hezar û 500 kesî, ji elektrîkê bê berh bûne.

Bi jinavbirina wêstgehên hevbeş li bakurê Tirbe Spiyê û Çil Axa jî, elektrîk ji ser derdora 100 gundî, hatiye birrîn.”