Li Rihayê du malbat pev çûn: Kuştiyek û 12 birîndar

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Rihayê ya Bakurê Kurdistanê du malbatên xizm pev çûn û di encamê de kesek hat kuştin û 12 kes jî birîndar bûn.

Bûyer îro li kolana Mewlanayê ya Rihayê çêbû.

Li gorî zanyariyan, ji ber sedemeke nediyar di navbera du malbatên xizmên hev ku pêştir di navbera wan alozî hebû nîqaş derket.

Piştî demekê ji nîqaşê, endamên her du malbatan bik kêr, çek, dar û keviran pev çûn.

Di pevçûnê de 13 kes birîndar bûn ku birînên 3 jê wan giran in.

Li ser agahdarkirinê tîmên tenduristiyê çûn cihê bûyerê û birîndar rakirin nexweşxaneyên bajêr.

Lê Îbrahîm Kurtê 33 salî ku yek ji birîndaran bû tevî hewldanên bijîşkan canê xwe ji dest da.

Hat ragihandin ku derbarê bûyerê de lêkolîn hatiye destpêkirin û gelek kes hatine destserkirin.