Li Midyadê 4 xwişk û birayên winda hatin dîtin
Hewlêr (Rûdaw) – Parlamenterê berê yê HDPyê Mehmet Alî Aslan ragihand ku li Midyadê 4 xwişk û bira winda hatine dîtin.
Hîn nû xebera dîtina termê Narînê hat lê xebereke ne xweş ji navçeya Midyadê ya parêzgeha Mêrdînê ya Bakurê Kurdistanê jî hat.
Parlamenterê berê yê HDPyê yê Êlihê Mehmet Alî Aslan bi rêya hesabê xwe yê Xê ragihand ku li Midyadê 4 xwişk û bira ji doh ve winda ne.
Mehmet Alî Aslan li ser windabûna 4 xwişk û birayan ev agahî dan:
“Li gundê Ziyarayê yê Midyadê ji doh ve xeber ji 4 xwişk û birayan nayê sitandin.
Li her derê li xwişk birayên bi navên Muhammet (15), Sîbel (14), Munîr (9) û Îdrîs (8) digerin.
Divê demildest tîmên lêgerîn û rizgarkirinê û hemû îmkan werin seferberkirin.”
"Hatin dîtin"
Rûdaw bi rêya telefonê gihişt Mehmet Alî Aslan û wî diyar kir ku zarok hatine dîtin û ragihand ku dê paşê bi rêya hesabê xwe yê Xê rewşa dawiyê eşkere bike.
Mehmet Alî Aslan her wiha eşkere kir ku bavê wan zarok dîtine.
MİDYAT'TA 4 KARDEŞ KAYIP ❗️
— Mehmet Ali ASLAN النائب محمد علي أصلان (@HemmedAliAslan) September 9, 2024
Midyat’a bağlı Ziyaret mahallesinde yaşayan 4 kardeşten dünden bu yana haber alınamıyor
Muhammet (15), Sibel (14), Münir (9), İdris (8) isimli kardeşler her yerde aranıyor.
Arama kurtarma ekipleri ve tüm teknik imkanlar acilen seferber edilmeli pic.twitter.com/NM615HnJjk
Mehmet Alî Aslan paşê li ser hesabê xwe posteke din belav kir û got ku xebera xweş hatiye.
Aslan diyar kir ku Halîl Aydinê bavê zarokan xebera dîtina zarokên xwe gihandiye wan.
Sevindirici Haber ❗️
— Mehmet Ali ASLAN النائب محمد علي أصلان (@HemmedAliAslan) September 9, 2024
Midyat’ta kaybolduğu haberleri sosyal medyaya düşen 4 kardeş’in babası ;
Halil Aydın bize ulaşarak çocuklarının bulunduğu bilgisini paylaştı.
Duyarlı kamuoyuna şükran ve minnet duygularını iletti.