Dîlok - Otomobîl û mînîbus li hev qelibîn: 4 kes birîndar bûn
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Îslahiyeyê ya Dîloka Bakurê Kurdistanê otomobîl û mînîbusek li hev qelibîn, 2 ji wan giran 4 kes birîndar bûn.
Li navçeya Îslahiyeyê mînîbusa ku B.Y. diajot li otomobîla ku D.Ç. diajot qelibî.
Di qezayê de kesên bi navê B.Y. D.Ç. A.K. û U.E.Y. birîndar bûn.
Tîmên parastina sivîlan B.Y. û AK.yê ku ji wesayîtê ku tê de asê mabûn rizgar kirin.
Tîmên tenduristiyê B.Y. û AK. birin Nexweşxaneya Dewletê ya Îslahiyeyê.
Hate zanîn ku rewşa tenduristiyê ya B.Y. û AK. xerab e.