Konsulê Filistînê li ser beşdariya Filistîniyan di guhertina demografiya Efrînê de: Ne lojîke em vê bikin!

Hewlêr (Rûdaw) - Şandeke kesayetên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê serdana konsulxaneya Filistînê kir û li hember alîkariya hejmarek rêxistinên Filistînî di avakirina komelgehên niştecîbûnê bo erebên hawirde li Efrînê de nerazîbûna xwe nîşan da. Konsulê Filistînê jî ji şandeyê re ragihand, ew dê derbarê mijarê de lêkolînê bikin û got, “em bi xwe qurbaniyê siyaseta nîştecîkirinê ne û li dijî wê yekê ne.”

Roja 8ê Îlona 2022, hejmarek kesayetên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê li Hewlêrê serdana Konsulxaneya Filistînê kirin û nameyeke nerazîbûnê pêşkêşî Konsulê Filistînê Nezmî Hizûrî kirin.

Di wê nameya nerazîbûnê de daxwaz ji rêveberiya Filistînê û Serokê Filistînê Mehmûd Ebbas hatiye kirin ku rê li ber van rêxistinan bigire ku di guhertina demografiya Efrînê de dibin alîkar.

Endamên şandeyê di hevdîtinekê de nerazîbûna xwe gihandin Konsulê Filistînê ku hejmarek komele û rêxistinên Filistînî li Efrînê ji bo erebên hawirde komelgehên niştecîbûnê ava dikin û di guhertina demografiya wê herêma Kurdan de beşdar in.

Kesên beşdar di şandeyê de herwiha ji Konsulê Filistînê Nezmî Hizûrî re gotin, berî dagîrkirina Efrînê di sala 2018 de, herî kêm %95 ji xelkê herêmê Kurd bûn, lê piştî dagirkeriyê dest bi guhertina demografiyê hat kirin û gelek komelgehên niştecîbûnê bi fînansekirina rêxistinên girêdayî Ixwan Muslimîn hatin destpêkirin û hewl didin li ser cih û warên Kurdan hebûneke nû ya ereban ava bikin.

Derbarê serdana wê şandê de Konsulê Filistînê Nezmîr Hizûrî roja Pêncşembê 8ê Îlona 2022an ji Rûdawê re ragihand, Em dê lêkolînê li ser wan giliyan bikin ku derbarê veguhastina penaxwazên Filistînî bo ser axa welatiyên Kurd li Efrînê pêşkêşî me hatin kirin.

Nezmî Hizûrî got, “Ev rewşa penaxwazên Filistînî li Sûriyê taybet e û rêvebiriya Filistîmî hemû karekî dike bo vegerandina wan. Em bi xwe daxwaza rawestandina niştecîkirinê dikin, ne lojîk e ku em bi xwe vî karî bikin. Em tekezî li ser mafê vegerê dikin û em bi xwe qurbaniyê siyseta niştecîkirinê ne.”

Konsulê Filistînê yê li Hewlêrê herwiha diyar kir, “tişta ku hatiye kirin, pêngaveke kesî ye.”

Têkildarî mijarê, Mihemed Hemo yek ji kesayetên beşdar di şanda Kurdên Rojavayê Kurdistanê de ji Rûdawê re axivî û got, “Em dizanin ew rêxistinên ku komelgehên niştecîbûnê bo erebên hawirde li Efrînê çê dikin, Filistînî ne. Me xwest serokê rêvebiriya Filistînê û konsulê wan ji me re zelal bikin ku armanca wan rêxistinan ji avakirina komelgehên niştecîbûnê bo erebên hawirde çî ye.”

Mihemed Hemo ku nivîskar û kesayetekî bajarê Efrînê ye, di berdewamiya axaftinên xwe de got, “Konsulê Filistînê ji me re got, konsulxane û hikûmeta Filistînê ji vî karî nerazî ne. Ji me xwest ku em careke din serdana wan bikin û eger pirsgirêk nehat çareserkirin, şandeke me bişînin Filistînê daku em rasterast nerazîbûna xwe bigihînim serokê desthilata Filistînê.”

Li gor amarên rêxistina alîkarîkirina penaxwazên Filistînî, 135 hezar penaxwazên Filistînî li Sûriyê hene.

Roja 4ê Îlona 2022, Tora Medyayî ya Rûdawê raportek belav kir û têde hatibû ragihandin ku rêxistineke Filistînî li herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku niha di bin dagîrkeriya Tirkiyê de ye, komelgeheke niştecîbûnê ji erebên hawirde re çê bike.

Komelgeha niştecîbûnê li nêzîkî bajarokê Cindirêsê li rojavayê bajarê Efrînê ye û ji aliyê Saziyeke Filistînî ya bi navê “Wefadariya Xêrxwazan” ve hatiye avakirin. Filistîniyên ku ev projeya niştecîkirina hawirdeyan li ser xaka Efrîniyan peredar kirine, xelkê gundekî Qudsê ne û navê gundê xwe li vê komelgehê kirine.

Di nava projeyê de, 34 yekeyên niştecîkirinê hatine radestkirin, 80 yekeyên niştecîkirinê tên amadekirin. Navê Gundê el-Zeîm li komelgehê hatiye kirin.

Siyasetvanên Kurd ê xelkê Efrînê Ebdîn Reşo ji Rûdawê re ragihand, armanc ji çêkirina wê komelgeha niştecîbûnê “mana erebên hawirde li Efrînê” ye.

Ebdîn Reşo diyar kir, “Ew malbat dê mal ji wan re bên çêkirin û dê pêwîstiyên wan jî bên dabînkirin. Ew venagerin û dê li navçeyê bimînin û wiha jî guhertina demografiyê li herêmê çêdibe.”