Ji bexteweriyê heta êşek bê dawî; Çîroka Mutlu Kaya ya ji Amedê

Amed (Rûdaw) - Tundiya li dijî jinan dema bi hejmaran tê gotin tenê weke statîstîk dimîne. Lê dema mirov dikeve nava çîroka qurbaniyên vê tundiyê, mirov dibîne ka ev tundî çawa ocaxa malbatek ditefîne. Mutlu Kaya, hem bi stranên Kurdî û hem jî bi yên Tirkî bibû stêrkek. Bi dengşalûliya xwe dihate naskirin. Lê hevalê wê bi çekê lêxist û ev 7 sal in ji dest û piyan ketiye.

Xwîşka Mutlu Kaya, Dîlek Kaya jî bû qurbana tundiyê. Parêzera herdu xwîşkan Muzeyen Boylu jî ji aliyê hevjînê xwe ve hate qetilkirin. Çîroka malbata Kaya, kuştinên li dijî jinan weke zincîreyeke dramayê tîne pêş çavên mirov.

Mutlu Kaya hêj di 20 saliya xwe de, piştî ku di pêşbaziyeke stranan de bû yekemîn, rastê êrîşa çekdarî ya hevalê xwe hat. Ji çar guleyan guleyek hêj di serê wê de ye.

Piştî êrîşê bi mehan di nexweşxaneyan de ma, ji mirinê filitî. Lê piştî vê êrîşê jiyana wê herimî. Lewre niha ew niha bêyî alîkariya dê û xwîşkên xwe nikare ji cihê xwe gavekê jî bavêje.

Mutlu Kaya qala piştî êrîşê ku dest û piyên wê nagire dike û dibêje, “Heft sal in di vê odeyê de me. Carna ev ode li ber çavên min wisa biçûk dibe, biçûk dibe, dibe qefesek. Dibe weke qefeseke çivîkan. Lê hilnayêm. Lê vê jî dizanim; divê ez bijîm û têbikoşim.”

Piştî Mutlu Kaya, parêzera wê Muzeyen Boylu jî di êrîşa hevjînê xwe de hate kuştin. Piştî vê kuştinê îcar xwîşka wê Dîlek Kaya rastê mêrek ve hate kuştin. Kuştinên ku li ser hev hatin, derûniya malbatê bi temamî têk bir.

Mutlu Kaya dibêje, “Piştî 7 salan êrîşkar ji zindanê derket. Li Tirkiyeyê edalet tune ye. Û li gorî min divê van qesrên edaletê bigrin. Ew hovê ku hemû jiyana min serobino kir û hemû tiştên min ji destê min stand niha li derve digere, serbest e. Lê ez ji vê odeyê nikarim derkevim. Xwe weke çûkek di nava qefesê de hîs dikim.”

Dayika Mutlu û Dîlekê dibêje, “Min dît bila tu dayikeke din nebîne. Ev ne tê ziman, ne tê gotin. Nayê gotin. Bersiva vê tune ye. Ez nikarim bersiva vê bidim. Heyat sekinî. Her tişt sekinî.”

Xwîşka Mutluyê, Songul Kaya jî piştî van êrîşan bûye endama Platforma Tundiya Li Dijî Jinan Rawestîne. Ji bo ku balê bikişîne ser kuştina jinan jî klîbek amade kiriye û di wê klîbê de her xişikek jineke ku hatiye kuştin temsîl dike.

Songul Kaya ji Rûdawê re ragihand, “Bi taybetî me klîbek ku tundiya jinan vedibêje kişand. Di naveroka wê de, aksesûarên jinên me yên ku hatine kuştin bi kar anî. Aksesûarek xwîşka min jî tê de ye. Ev ji bo me pir girîng e. Birîna wan birîna me ye, birîna me birîna wan e. Ya rast hemû jin lehengên hev in. Divê bibin lehengên hev.”

Mutlu naveke tirkî ye û tê wateya kêfxweşiyê. Mutlu Kaya tu caran weke navê xwe kêfxweş nebû. Niha pêdiviya wê bi çareseriyeke baş a fizîkê heye. Ji bo vê jî pêdivî bi pere heye. Ger xêrxwazek derkeve û alîkariya wê bike, ew dê bikaribe di nava du salan de bi temamî rabe ser piyan û jiyana xwe bi hêsanî bidomîne.