Îran bi dron û topan êrişî binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Supaya Pasdaran a Îranê, îro serê sibehê bi firokeyên bê firokevan û topan, binkeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li herdu navçeyên sînorî yên Sîdekan û Balekayetî yên Herêma Kurdistanê topbaran û borduman kir. Qaymeqamê Çomanê jî dibêje, “li gor zanyariyên destpêkê, ji xelkê sivêl ti ziyanên canî nebûye.”

Li gor zanyariyên Rûdawê, Supaya Pasdaran îro bi firokeyên bê firokevan li sînorê Sîdekan û Çoman hin cih bombebaran kirine ku pêşmergeyên partiyên Rojhilatê Kurdistanê lê bicih bûne.

Qaymeqamê qezaya Çomanê, Suware Ekrem ji Rûdawê re ragihand, “ji serê sibeha îro ve firokeyên bê firokevan çend dever li nahiyeya Simîlanê yê ser bi qezaya Çomanê ve bombebaran kirine, lê zirarên canî nebûne.”

Suware Ekrem got, “Firokeyan, gundê Bêwil li Dola Rostê ya ser bi nahiyeya Simîlanê û navçeya Paşqelatan li nêzîk Nawpirdanê bombebaran kirine, lê bombebaran dûr bûye ji avedaniyê û niha jî bombebaran hatiye rawestandin.”

Berpirsê Dezgeha Fermandariya Hêza Pêşmerge ya Partiya Demokrata Kurdistana Îranê (PDKÎ), Kawe Behramî derbarê êrişa îro de ji Rûdawê re ragihand, Îranê bi 6 firokeyên bê firokevan ew navçe bombebaran kirine ku pêşmerge lê hene.

Li gor zanyariyên Rûdawê ku ji çavkaniyekî ewlehiyê ve bi dest xistiye, Îranê îro tenê binkeyên PDKÎ yên li navçeyên sînorî yên Sîdekan û Çomanê bombebaran kiriye.

Kawe Behramî herwiha ji Rûdawê re diyar kir, firokeyên bê firokevan ên Îranê ne, çimku dengê firokeyên bê firokevan ên Tirkiyê cuda ye, firokeyên Îranê nizimtir difirin, herwiha bi teqemeniyên ku bi kar tînin û bandora teqemeniyan jî tên naskirin.

Berpirsê Komîsyona Pêşmerge ya Hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), Hesen Qadirzade jî ji Rûdawê re got, di rojên bihorî de Supaya Pasdaran li navçeyên sînorî ketibû amadebaşiyê û hêzeke mezin li navçeyên sînorî yên Merîwan, Bane, Serdeşt û Pîranşar bicih kiribû.

Qadirzade tekez kir, piştî gefa Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran, pêşmergeyên wan li hemû binke û baregehên xwe ketine amadebaşiyê û ji bo rûbirûbûna her êrişekê rêkarên pêwîst wergirtine.

Muxtarê gundê Berbezîn, Mihemed Mecîd derbarê êrişa îro ya Îranê de ji Radyoya Rûdawê re ragihand, “demjimêr 06:00ê serê sibeha îro du firokeyan gundê Berbezîn û gundên derdorê, Derhol, Binperêze û Binî Reşkînî bombebaran kirin, paşê jî bi roket û topên dûrhavêj, navçe bi giranî hat topbarankirin.”

Mihemed Mecîd diyar kir, “ew navçeya ku hatiye topbaran û bombebarankirin, hejmareke zêde ya xelkê lê dijî, herwiha gelek sewal û ajel jî li wan gundan tên xwedîkirin, baregeha ti partiyeke Rojhilatê Kurdistanê jî lê nîne.”

Muxtarê gundê Berbezînê got, heta niha zirarên êrişa Îranê nayê zanîn, çimku topbarana navçeyê hêj berdewam e û xelkê jî xwe veşartiye.

Welatiyekî navçeyê yê bi navê Hecî Ehmed jî ji Rûdawê re axivî û diyar kir, “Îranê sînorê gundê Berbezînê kiriye armanc.”

Roja Duşemê 6ê Îlona 2021, Fermandarê Hêza Bejayî ya Supaya Pasdaran, Mihemed Pakpûr ragihandibû, tevî ku wan çend caran berpirsên Herêma Kurdistanê û Iraqê ji tevger û çalakiyên “hêzên dijberê Komara Îslamî” agahdar kirine, lê belê ti encamek wan agahdarkirinan nebûye û gef xwaribû ku ew dê bersivekî tund bidin.

General Mihemed Pakpûr gotibû, sebra wan li hember tevger û çalakiyên “hêzên dijberê Komara Îslamî” bi dawî bûye û daxwaz ji xelkê Herêma Kurdistanê kiribû, ku ji binke û baregehên wan partiyan dûr bikevin daku di dema êrişê de zirar negihije wan.