Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê bi serokatiya Erdogan dicive

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî nêzîkî du mehan, îro Encûmena Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MGK) bi serokatiya Serokkomarê wî welatî Recep Tayyip Erdogan dicive.

Li gorî bernameya Serokkomariya Tirkiyeyê, di wê civînê de dê "rûbirûbûna terorê, rewşa Sûriyeyê, şerê Rûsya û Ukraynayê, veguhestina dexlûdan" û çend mijarên din ên di rojevê de bêne gotubêjkirin.

Berpirsên Ewlehiya Neteweyî ya Tirkiyeyê balê dikşînin ser parastina ewlehiya sînor û rûbirûbûna Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) û çend rêxistinên din.

Civîn dê îro demjimêr 15.00an li Enqereyê li Koşka Serokkomariyê dest pê bike.

Şevê din Erdogan di çaremîn konferansa balyozên welatan de li Enqereyê gotarek pêşkêş kir û bal kişand ser wê yekê ku ew dê "oparasyonên" xwe yên li Rojava û Başûrê Kurdistanê, Îraq û Sûriyeyê berdewam bikin.