Dîlok: 2 polîs bi 19 kîlo madeyên hişbir hatin girtin

Hewlêr (Rûdaw) - Li parêzgeha Dîlokê ya Bakurê Kurdistanê 2 polîs bi 19 kîlo û 650 gram madeyên hişbir hatin desteserkirin.

Li gor zanyariyan 4ê tebaxê hêzên ewlehiyê yên Dîlokê hatine agahdarkirin ku dê bi rêya otomobîleke kirê madeyên hişbir bêne veguhestin.

Li ser agahdariyê hêzên ewlehiyê dest bi xebatan kiriye.

Hêzên ewlehiyê xwestiye li xala pişkinînê ya li devera Askoçê ya di nav sînorên Dîlokê de wê otomobîlê rawestînin lê kesên di otomobîlê de ranewestiyane û reviyane.

Li gorî zanyariyan polîsan daye pey wê otomobîlê û kesên di otomobîlê de dema direvin 2 çanteyan diavêjin kêlaka rê.

Di encama pişkinînan de ji her du çanteyan 19 kîlo û 650 gram madeyên hişbir ên corê skunk derketin.

Polîsan li ser mijarê lêkolîn da destpêkirin û diyar bû ku kesên di otomobîlê de komîserê bi navê M.Y û polîsê bi navê V.K ne ku her du jî li Rêveberiya Ewlehiyê ya Amedê dixebitin.

Her du polîs di operasyonekê de hatin desteserkirin û piştî îfadeyê li dadgehê bi tohmeta bazirganiya madeyên hişbir hatin girtin.