Siryan û Aşûriyên Rojavayê Kurdistanê li hev kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Dîdarên siyasî di navbera 3 çarçocveyên cûda ji Xiristiyanan li  Rojavayê Kurdistanê berdewam e. Aliyên siyasî yên Kristiyan pilan dikin di demeke nêz de sîwaneke  giştî ragihînin da ku nûnertiya wan çarçoveyan di danûstandinên siyasî  de bike.

Çend aliyên siyasî yê Kristyanan li Rojavayê Kurdoistanê di nav de, Rêkxistina Aşûrî ya Demokrat, Partiya Aşûrî ya Demokrat û Partiya Yekîtiya Siryanî ji demekê ve dest bi diyalogeke siyasî kirine ji bo bidestxistina mafên Kristyanan li Sûriyê.

Berpirsê Ofîsa Pêwedniyan Ya Rêxistina Aşûrî Ya Demokrat dibêje, diyaloga wan berdewam e û ew li ser nerîneke siyasî ya hevbeş li hev kirine. Ji aliyekî din ve, Endamekî Encûmena Partiya Yekîtiya Suryan jî got, diyaloga wan stratejîk e û ji bo  bicihkirina mafê Siryanan di destûra Sûriyê siberojê de ye.

Berpirsê Ofîsa Têkiliyan ya Rêxistina Aşûriyên Demokrat Gabriyel Mûşî got: “Di derbarê danûstandinên ku ji berya çend mehan ve destpê kirine, di navbera partiyên siyasî yên Siryan û Aşûrî li Sûriyê, bi rastî ev danûstandin berdewam in û nehatiye rawestandin, û çend dozên giring biser xistiye. Di destpêka wê de jî nerîna siyasî, gerên bê yên danûstandinan dê tekeziyê ne li ser helandina wan partiyan lê em niha kar li ser çalakkirina mîkanîzma hemahengiya di navbera van partiyan de dikin.”

Di nava olekê de 3ê tîrên siyasî hene; beşek bi Rêveberiya Xweser re, beşek bi hikumeta Sûriyê û yên din bi  oposizyona Sûriyê re n.

Berpirsekî partiya Yekîtiya Suryan tekez dike ku mebesta wan ji vê yekrêziyê pêkanîna mafê Kristiyanan di destura Sûrî de ye.

Endamê Encûmena Partiya Yekîtiya Siryan Hena Sewimê jî dibêje: “Em li ser sê xalan civiyan, yekxistina gotara netewî ya siryanî, nerîna yekgirtî derbarê Sûriya siberojê, hebûna me wek Siryan û Sûriya bi navê Siryanan ku hebûna wan di destûrê Sûriyê de hebe.”

Berî sala 2011, hejmara Mesîhiyan li Bakur û Rojhilatî Sûriyê  nêzîkî 180 hezar kes bû, lê piştî kirîza Sûriyê û wêrankirina  navçeyên Kristiyanan ji aliyê DAIŞê ve tenê 50 hezar kes mane.