Şivanê ku brûskê lêxist canê xwe ji dest da

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Xanekê ya parêzgeha Erdexanê ya Bakurê Kurdistanê zarokê ku dema ajelên xwe diçêrand brûskê lêxist canê xwe ji dest da.

Li navçeya Xanekê ya Erdexanê ev du roj in baraneke gur dibare.

Zarokê bi navê O.K. yê 15 salî dema ku li gund ajelên xwe diçêrand brûskê lêxist û birîndar bû.

Li ser agahdarkirinê tîmên tendirustî û cendermeyan bo cihê bûyerê hatin şandin.

O.K. ê ku rakirin Navenda Tendirustiyê ya Xanekê tevî hewldanan canê xwe ji dest da.