Li Dêrsimê welatiyekî 72 salî ji çiyê ket; Bi helîkopterê rakirin nexweşxaneyê

Hewlêr (Rûdaw) – Li navçeya Qisle ya Dêrsimê kesek li Çiyayê Duzgun Baba kete xwarê û birîndar bû. Kesê birîndar bi helîkoptera ambulansê ya ji Meletiyê rakirin nexweşxaneyê.

Li gor agahiyên ku hatine wergirtin, welatiyê bi navê Mehmet Çelîk Çakmak ê 72 salî ku li navçeya Qisele ya Dêrsimê hilkişiya qada ziyaretê ya Duzgun Baba, dema li ser rê dimeşiya ket xwarê û lingê wî şikest.

Li ser agahdarkirina xizmên wî, ekîbên 112 ên navçeya Qiseleyê, cendirme, ekîbên tendirustiyê û endamên Komeleya Lêgerîn û Rizgarkirinê ya Munzurê bo herêmê hatin şandin.

Ekîban welatiyê birîndar ê 72 salî bi darbestê ji cihên asê anîn xwarê û paşê bi helîkoptera ambulansê ya ku ji Meletiyê hatibû navçeyê, ew rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê.

Li gor zanyariyan, rewşa tendirustiyê ya Mehmet Çelîk baş e.