Serokkomarê Îranê: Bijî Kurdistan

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî roja Înê serdana parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê kir û çend projeyên aborî li wê parêzgehê vekir. Îbrahîm Reîsî di serdana xwe ya Sineyê de di di çarçoveya 27emîn gera parêzgehê de gotarek pêşkeş kir û got, “Bijî Kurdistan.”

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî û hejmarek wezîr û rayedarên hikûmetê roja Înê 8ê Tîrmeha 2022an çûne Sineyê û li Firokexaneya Sineyê ji aliyê Parêzgarê Sineyê Îslamîl Zarinî Kûşa ve hatin pêşwazîkirin.

Îbrahîm Reîsî di vîdeoyeke Tesnîm Newsê belav kiriye de got, “Huner û çanda mêr û jinên Kurdistanê beşek ji şaristaniya vê derê ne. Bihêlin ez tiştekî bêjim, Bijî Kurdistan.”

Serokkomarê Îranê Îbrahîm Reîsî serdana çendîn projeyên temamnebûyî yên di warê rê û piran û hêla hesin û bendavan de hene kir, proje dîtinû çend hevdîtin li gel xelkê pêk anî û serdana çendîn kargehên pîşesaziyê û berhemanîne jî kir.

Her wiha biryar e Reîsî serdana Seqizê jî bike berî ku dawî li serdana xwe bîne.