Li Zanîngeha Mêrdînê 3 Kurdên Rojava bûn yekem

Hewlêr (Rûdaw) - 3 Kurdên Rojavayê Kurdistanê di nav 80 xwendekanên hilgirên regeznameyên cuda li zanîngeha Artûklûyê ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê hersê pileyên herî li baş bidest xistine.

Her sê xwendekarên ji Qamişloyê Wan Tehlo pileya yekem, Hember Çeto ya duyem û Nesrîn Çelebî ya sêyem bi dest xistine. Yek ji wan niha li Duhokê ye û herdûyên din jî li Mêrdînê dijîn.

Hember Çeto yek ji sê xwendekarên xelkê bajêrê Qamişloya Rojavayê Kurdistanê, ku di beşa zansitên siyasî û peywendêyên nêvdewletî li Zanîngeha Artûkluyê ya Marîdna Bakûrê Kurdistanê hersê pileyên yekem, duyem û sêyem bidest xistine.

Di nav 80 xwendekarên beşa xwe de Wan Tehlo bi pûanê 92.19 pileya yekem, Hember Çeto bi pûanê 90.84 pileya duyem û Nesrîn Çelebî bi pûanê 89.92 pileya sêyemîn bidest girtine.

Hember Çeto yê ku niha li Başûrê Kurdistanê penaber e û ji malbata xwe dûr bi tena serê xwe dijî. Çeto dibêje ku salên xwendinê li xwerîbiyê zehmet bûn lê ew gihîtiye armanca xwe.

Hember Çeto got “Ev ji bo min bi tenê pêwîst e ev necahet bu milletê min jî pêwîst e. Bi rastî min ev armanca mezin ji bo xwe danîbû berçavên xwe. Eger armancên mirov mezin bin te'ba mrovî û 'aczibûna mrovî zêde bin, yanî li gorî armanca mezin te'beka mezn jê re divê.”

WanTehlo û Nesrîn Çelebî ku derçûyînên yekem û sêyem in niha li Mêrdînê ne, piştî derçûnê dixwazin di warê siyasetê de kar bikin

Wan Tehlo dibêje “Zehmetiya wê gelek hebû, weke keçek siyasetê bixweyne, ew zehmetî gelek mezin bû ji bo me, ji ber kesekî di komelgeha me de berî me syaset nexwendibû di kultura me de nebû, gelek kes diçûn bijîşkiyê û endazyariyê dixweyinin, belê weku xwendina me nebû.”

Nesrîn Çelebî got “Ez bi xwe, min gelek zehmetî dît heta min ev xwendinê wergirt. Dernediket ez zû fêrî zmanê Tirkî bûm, ez diçûm ba serokê Zankoyê min nizanibû sîstema wan çawaye min gelek zehmet dît heta min sîstemê wan fem kir.”

Ji sala 2004an ve çend pêlên penaberên Rojava Kurdistanê hatîne Başûrê Kurdistanê, dibistanên taybet bu wan di nav kempan da hatine avakirin. Di vê salê dê bêtirî 300 xwendekarên Rojava Kurdistanê li Zanko û peymangehên Başûrê Kurdistanê dixweyinin.