Nêçîrvan Barzanî û Balyozê Fransayê civiyan

Hewlêr (Rûdawe) – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Balyozê Fransayê yê Îraqê Patrick Durel qebûl kir.

Serokatiya Herêma Kurdistanê da zanîn, Nêçîrvan Barzanî û Patrick Durel aniye zimên ku divê pêwendiyên Fransayên yên bi Îraq û Herêma Kurdistanê re werin bipêşxistin.

Hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê

Li gorî daxuyaniyê, her du alî hevnêrîn in ku divê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê îsal di demeke guncav de bên kirin û hemû alî û hemû pêkhate beşdarî hilbijartinan bibin.

Serokatiya diyar kir, Barzanî û Durel rewşa Herêma Kurdistanê jî nirxandiye û wan behsa pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê û girîngiya çareserkirina van pirsgirêkan kiriye.

Hewlên Nêçîrvan Barzanî

Hat ragihandin ku Patrick Durel hewlên Nêçîrvan Barzanî yên ji bo çareserkirina pirsgirêkên Hewlêr û Bexdayê wekî pêngavên biqedir nirxandine.

Li hêla din, her du aliyan bipêşveçûna pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê bi awayekî erênî nirxandiye û Balyozê Fransayê diyar kiriye ku welatê wî piştgirê çarseriyê ye.

Li gorî daxuyaniyê, mijarên wekî “parastina aramiya siyasî ya Îraqê û rewşa herêmê” jî mijarên vê civînê bûn.