Li Mereşê erd hejiya!
Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Goksûnê ya parêzgeha Mereşa Bakurê Kurdistanê erdhejeke bi hêza 4,3 pileyan çêbû.
Serokatiya Rêveberiya Karesat û Rewşên Bilez a Tirkiyeyê (AFAD) ragihand ku li Goksûnê erdhejekê rû daye.
Li gorî AFADê, erdhejê demjimêr 06:31ê rû daye û hêza wê 4,3 pile bûye.
AFADê ragihand ku kûrahiya erdhejê 7,0 kîlometre bûye.
Heta niha li ser ziyanên erdhejê ti daxuyanî nehatine dayîn.