Li Amedê zarokekî 14 salî bavê xwe yê cerdevan kuşt

Hewlêr (Rûdaw) - Li navçeya Gêlê ya ser bi parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê ve, îro 9ê Hezîranê bavek ji aliyê kurê xwe yê 14 salî ve hat kuştin. Zarok ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatiye desteserkirin.

Li gor agahiyên hatine belavkirin, li gundê Xeydana Jor ê ser bi navçeya Gêlê ya Amedê ve, îro 9ê Hezîrana 2023an cerdevan û mixtarê gund Selahattin Umay bi kêrê hevjîna xwe E.U. birîndar kiriye.

Her li gor wan zanyariyan, kurê wan M.U yê 14 salî jî parastina dayika xwe kiriye û bi çeka bavê xwe 3 gule li bavê xwe reşandine û ew birîndar kiriye.

Piştî ku tîmên tendirustiyê gihîştin cihê bûyerê, Selahattin Umay bi birîndarî bo Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Gazi Yaşargil hatiye veguhestin, lê tevî hemû hewldanên pizîşkan, wî kesî ji ber dijwariya birînan li nexweşxaneyê canê xwe ji dest daye.

Hatiye ragihandin ku kurê Selahattin Umat, M.U yê 14 salî ji aliyê cendirmeyan ve hatiye desteserkirin û lêpirsîna bi wî re berdewam e.